Müzik BirimiDans BirimiFolklora DoğruGösterilerZiyaretçi DefteriAna Sayfa
 
::
Hero Mero

2006 yazında Boğaziçi Üniversitesi Folklor Kulübü (BÜFK) ve Boğaziçi Üniversitesi Oyuncuları (BÜO) tarafından İstanbul Gaziosmanpaşa’da bir alan araştırması yapıldı. Bu alan araştırmasında özellikle 8-12 yaşlarında çocukların konfeksiyon atölyelerinde çok az bir paraya “ortacı” olarak çalıştırıldıklarını gördük. Aşağıdaki “monolog” çalışması da yine 2006 yazında BÜFK ve BÜO ortak çalışması olan “Vokal Aksiyondan Hiphop Anlatıcısına: Metod Oluşturma Çalışması”ndan ilham alınmıştır.


Di havîna 2006’a de ji terefî Klûba Folklorê ya Zaningeha Boğaziçi (BUFK) û Lîstikvanên Zaningeha Boğaziçi (BUO) lêkolîna qadê li ser navçeya Stenbolê Gaziosmanpaşa pêk hat. Di vê lêkolînê de bi taybet hate dîtin ku zarokên di navbera 8–12 salî di atolyên konfeksiyonê weke “ortacî” yanî navcîniyê û bi perakî gelekî kêm tên şixulandin. Ev “monologa” bi navê “Hero Mero” jî  dîsa ji xebata havîna 2006’a ya BUFK û BUO’yê bi hev re kirin ku bi navê “Ji Aksiyona Vokalê Ber bi Vebêja Hîphopê: Xebata Çêkirina Metodê” îlham hatiye girtin.

HERO MERO

I
Gundek hebû,
Tije bax û bostan
Tev çem û çiya

II
Rojekê hatin
Bi reşayiyan
Hatin gundê me
Çek reş û tiving li pî

III
Ew reşker e
Reşkerê zik reş
Ket nav me
Bi çek û reş

IV
Paşî li bajarê mezin
Di nav qelabalixiyê
Li sikak û kolana dît
Xwe birçî û tazî
Bê kar û bar

V
Gotin tê bibe “ortacî”
“Ortacî”!
Karê çûn û hatinê
Di nav mekînên dirûtinê

VI
Gotin tê wer vir
Ez hatim wir
Gotin tê her wir
Ez çûm wir

VII
Ez çûm û hatim
Ji sibê heta êvarî
Bi zikêkî nîvtêr
Lê dîsa bi dilekî nîvmêr...

Hekîm Kılıç