| |
|
|
::
|
Hevpeyvîn bi Vedat Yıldırım re: “...Ava Feratê tevlî Marmarayê bû...” |
Hevpeyvîn: Metîn Fidel Kılıç, Hekîm Kılıç
Sebat 2008
|
Türkiye’deki müzik çalışmalarına çokkültürlü bir çerçeveden bakarak farklı bir anlayış getiren Kardeş Türküler projesi ile müzikal serüvenine devam eden Vedat Yıldırım, bu duyarlılığı alternatif rock müzik geleneği ile biraraya getiriyor. Kürtçe-Türkçe bestelerin yer aldığı çalışmada, göç hareketleri ile farklı kültürlerin buluşma noktası haline gelen ve melezleşen metropol kültürünün müzikal dilini yakalamaya çalışıyor.
Şubat ayı içerisinde Metin Fidel Kılıç (BÜFK) ve Hekim Kılıç'ın (BGST) mezunlarımızdan Vedat Yıldırım (BGST) ile yaptığı söyleşiyi yayınlıyoruz..
Dawiya havîna 2007 li Stenbolê festîvala BarışaRockê hate sazkirin. Li meydana vekirî ya konserê li ser sehneyê bi zimanê dayika me terzek modern –muzîka alternatîf rockê- hat îcrakirin. Me ji nêzîk û baş nasdikir ev camêrê li ser sehneyê; Vedat Yıldırım. Belê camêrê li sehneyê ku me wî di projeya Kardeş Türküler de weke solîst û bi stranên gel nasdikir, derket pêşiya me bi stranên nuhîtop.
Li ser sehneyê, performansa wan bi rastî jî ji bo muzîka Kurdî formek nuh derxistibû holê. Belê muzîka Kurdî bi terza rockê hatibû şîrovekirin. Lê mirov rengê muzîka gelerî ya Kurdî pir bi rehetî didît. Çinkî bikaranîna teknîka vokalê û rengê muzîkê xwe bellî dikir ku ji çanda kevneşopî ya dengbêjiyê sitendiye. Yanî forma nuh tiştekî melez an jî dureh bû. Forma modern (rock) û ya kevneşop dihat bi hev re li formek nuh, xwe bi cih dikirin. Û bi vî hawî wê muzîka Kurdî rengekî nuh avabikira…
Ewilî em bi te dest pê bikin. Vedat Yıldırım kî ye? Çîroka te yî muzîkê çawa dest pê kir?
Belê hevalên hêja, ez ji Anatoliyayê navîn im. Bajarê Enqerê, gundê li navçeya Balê. Li navçeya Balê nêzîkî 15 gundên Kurdan hene, û nêzîkî me gundên Tirkmenan û gundên Ebdala jî henin. Muzisyenê navdar Neşat Ertaş jî nêzîkî gundê me ye. Navbera gundê me û yê wan 30-40 km ye. Mezinên me dibêjin berî nuha bi 150-200 salî em ji Ruhayê hatinin. Hinek dibêjin, em pêşîn ji Ruhayê çûnin Semsûrê û paşî ber bi vir hatinin. Piştî malbatên me tên Anatoliyayê jî, hinek ji wan derin Çorumê, hinek hatinin Enqerê. Hinek mezinên me ji Kurdên Anatoliyayê re dibêjin “Gawestiyan”. Ne navên eşîrê ye. Ez bawer im wê navê koçbûnê be. Navê eşîra me –li gorî dibêjin- Elîkî ye. Yanî Gawestiyan ji Kurdên Anatoliyaya navîn re dibêjin. Ew Kurdên ji Ruhayê wan hatinin derin ber çemê Kızılırmakê û qey li wê derê jî ga ma westîyanin. Û welleh qey gotinin av û şinîkayî, xweşi heye, û va ga jî westiyan, hema em ê ji xwer li vir bin (Em dikenin). Sedema hatina me yî wir; hinek dibêjin aboriye hinek jî dibêjin mubadele (pevguherîn) ye. Em dizanin ku di wê demê de di hundirê dewleta Osmanî de mubadele pir dihat kirin. Li Anatoliya navîn jî Xiristiyanên Rûm pir hebûn. Dewlet Osmanî, Misilmana dibin wir û Xiristiyanan jî dibin cihê Misilmana. Hinek wisa dibêjin, lê wekî din jî hîn sedem henin.
Ez li wir (Balê) hatim dinyê û heta 11 salî jî ez li gund mam. Paşê, nêzikî 2 salan ez bi malbatê xwe re li Almanyayê mam. Dû re em hatin Enqerê û min lîseyê li wir xwend. Dawiyê jî ez hatim Zaningeha Boğaziçi, beşa Bazirganiyê.
Wexta ku ez li lîseyê bûm, apê min gîtarek dabû min. Min dixwest ku ez gîtarê bielimim. Wexta ez hatim Zanîngeha Boğaziçiyê beşa min li ser ekonomiyê bû, lê hûn dizanin ku li Boğaziçiyê kevneşopa klûbên xwendevanan pir kevne. Zehf klûb hebû. Dema oryantasyonê û danasîna klûba hemû klûban masên xwe wekiribûn li kampusê. Ez jî hînekî di nav wan maseyan gerîyam û ez ber bi maseya Klûba Folklorê (BUFK) çûm. Ez bi hevalan li wir peyivîm. Ji min re gotin tu kare were li gîtarê bixe û em jî dikarin alîkariya te bikin. Û min werê dest pê kir. Di klûbê de min zehf enstrûman guherand. Wê demê özgün muzîk pir pêj de bû. Me li özgün muzîkê pir guhdarî dikir. Û Inti Limani hebû –Grup Yorum di heypeyvinê xwe de digot, têsîrek mezin li me kirîye, me jî guhdarî dikir. Pan flût heye. Enstrûmanek vê komê bû û min pir ji vê enstrûmanê hez kiribû. Min ji apê xwe, li Almanyayê bû, pan flut xwest. Lê min nizanîbû ez ê çawa lêxînim û yekî ku rê min bida jî tune bû. Dawiyê min dev jê berda û min dest bi gîtarê kir dîsa, pêş de jî dest bi klarînetê kir. Hema bê min rojê enstrûmanekê diguherte.
Wê demê li klûbê muzîk piranî li ser koroyê bû. Enstrûman wan tune bû. Wan rojanan me dixwest ku em komek biçûk çêkin ku enstrûman wan jî tê de cih bigrin. Dawiyê em bi hevalan re hatin ser hev dû. Yekê/î got ez dixwazim li gîtarê xim, a/ê din got bas gîtar, yek got elektro û min jî got ez dixwazim li batariyê bixînim. Çinkî wan rojanan me li Anadolu Pop, Anadolu Rockê zehf guhdarî kiribû. Me xwestibû ku em komek wisa ava bikin. 1991 de min dest bi batariyê kir pêş de jî di 1993 de projeya Kardeş Türküler ava bû. Zehf wextê min li Kardeş Türküler diçû û hew ji batarîyê re wextê min nema bû. Salekê du salan min li batariyê xist dû re jî min dev jê wê jî berda. Paşî jî hêdî hêdî muzîkê rêberiya jiyana min kir. Ji xwe min beşa xwe di neh salan de xelas kir (Em dikenin). Ji 1989 heta dawiya 1997. Salekê ez li bankê şuxilîm. Welleh navê bankê çi bû min ji bîr kiriye. Dawiyê min biryara profesyoneliya li ser muzîkê da û min dev ji bankê berda.
Me di havîna 2007’a de li festîvala Barışarockê performansa Projeya Vedat Yıldırım mêze kir. Tu dikare ji me re behsa vê projeya nuh bike, ev fikir ji ku hat?
Weke min berê jî gotibû, enstrûmanê min ê yekemîn batarî bû. Me bi hevalan wan re komek bi navê Mare Nostrum dest pê kiribû. Paşî Kardeş Türküler ava bû –ev 15 salan e dewam dike. Lê ew form û stîlên rockê her dem di hişê min de bû, yanî min xwestibû ku ez muzîkek wisa jî çêbikim. Çar sal berê me got em projek wisa bi Kurdî û belkî hinekî bi Turkî jî be em çêkin. Nêzîka 6-7 meha min dîsa bi ev hevalan re dewam kir, lê dawiyê ji aliyê gotinan de problem derket. Lazim bû ku me nivîsandina helbestên Kurdî hîn baştir nasbikira. Em, bêtir li ser soundê (deng) sekinîbûn, lê ji aliyê gotinan hin kêmasî derketibûn. Me ji ber vêya projeyê sekinand. Min ê xwe ji aliyê helbestvaniyê pêş de bixista û dû re jî dê projeya me ji nuh de dest pê bikira. Hevalên di projeyê de piştî demekê yan dev ji muzîsyeniya profesyonelê berdan yan jî li cihê weke din berdewamiya muzikê kirin. Ez 2-3 salan piranî li ser nivîsandina gotin û wêjeya Kurdî sekinîm. Fikra projê hîn zelaltir bû. Nêzîkî salek û nîvek berê min bi komek din dîsa dest pê kir û nuha jî em dewam dikin. Yanî proje bi vî hawî derket holê. Di repertuarê de 17-18 stran henin.
Zimanê projeya we Turkî ye û piranî jî Kurdî ye. Hûn çi re du-zimanî bikar tînin? Em dizanin ku di projeya Kardeş Türküler perspektîfek piraniya çandî (ing. Policulturism, tr. kültürel çoğulculuk) heye. Gelo Projeya Vedat Yıldırım jî xwediyê perspektîfek wisa ye, yan tîştekî din?
Li gorî fikra min, perspekîfa piraniya çandî li vî welatî lazim e ji bo her muzîkvanî dest pêk û bingeh be. Çinkî her kes baş dizane ku li Tirkiyeyê zehf çand, ziman û identity (kimlik) hene. Nuha ez Kurd im, lê ji aliyê din jî jiyanek min î “Tirkî” jî heye. Ez bi zimanê Tirkî jî diaxifim, zimanê Kurdî jî. Muzîkê her dû zimanan jî guhdarî dikim, yanî du heb hêlê min –belkî jî zêdetir- û jiyanên min heye. Ez anuha tenê bi zimanê Kurdî muzîkê bikim, wê kêmasiyek be, tenê bi zimanê Tirkî bikim ew jî ne tiştekî rast e. Ez dixwazim van du-jiyaniyê, yanî vê sentezê derxim holê. Ji ber vî hawî projeya me bi du zimana ye. Ji alîkî din jî heger em dixwazin zimanê Kurdî, çanda Kurdî biparêzin divê ku em her dû zimanan bi hev re xeberbidin. Mesela Kurdên me li malên xwe bi Kurdî diaxifin, lê wexta ku derdikevin kolanan, ji derve dev ji Kurdî berdidin, tenê bi Tirkî diaxifin. Li qadên gelemperî (public sphere) dibên Kurd bi Tirkan re Tirkî, bi Kurdan re jî Kurdî biaxifin. Û gerek dev ji wê jîyana “geto” berdin –Kurdên me piranî werê dijîn. Yan jî asîmile dibin û ewên asîmile jî dibin piranî ji çîna navîn û xwendevan nin. Ê ku çandên xwe diparêzin jî jiyanek geto, cemaet dijîn. Yanî malên wan henin, qehwexanên wan henin. Weke mînak; ji eynê bajarî tên li mehelayekê, bi hevre, ji derve girtî dijîn. Ev ji bo piraniya çandî ne tiştekî rast e. Divê Kurd çanda xwe biparêzin, lê li derve, li qadên gelemperî biparêzin. Ne di malên xwe de. Ji bo wê du ziman ji me re zêde zêde girîng e.
Di salên 90’î de ji ber valakirina gundan –kî em dizanin bi zora dewleta Tirkiyeyê dibû- ji welêt gelek mirov koçî bajarên rojavaya Tirkiyeyê kirin. Ev koç gelek guhertin bi xwe re anî. Mînak; statuya însanan ya sosyal û aborî hate guhertin. Û her wiha çand û zimanê wan jî hin guhertin derbaskir. Em dixwazin vê bipirsin; gelo muzîk, bi taybetî jî muzîka kurdî têsîrek çawa ji vê koça mezin girt?
Rast e, ji 1990’an û vir de ye jiyana sosyolojîk ya Kurdan hat guhertin. Şer hebû li Rojhêlatê, hûn jî dizanin. Di hundirê vî şerî de ji ber koça zordariyê zehf gund valabûn û jiyana gunda, gundîtiyê jî kêm bû. Kurd piranî hatin metropolan. Ne tenê metropala Stenbolê. Mînak; Kızıltepe-Qoser, erê navçe ye, lê nufûsa wê li dorî 150-170 hezar e, yanî îro ew jî wek metropolekê ye. Jiyanek nuh heye. Îro, êdî teknolojî pêş de ketiye, înternet heye, komînîkasyon pêş de ketiye, yanî tu kare bigihêje her tiştî û her derê. Jiyanek wisa heye. Ê divê ev jiyanên nuh di zimanê muzîkê de cihê xwe bigrin. Fikra projeyê jî ev e. Ji bo vêya jî hemû sound girîng in. Kevneşopiya muzîka Kurdî heye û li metropolan jî formên muzîka populer –piraniya wan ji rojava tên, lê rojava jî ne tenê Anglosakson e, weke formên Afro-kuban gelek formên din jî- hene. Îcar wê ev form û muzîka Kurdî çawa bên cem hev, bigihêjin hev? Problematîka soundê ev e. Ji aliyê din jî gotin girîng in, yanî ev jiyanên nû gerek bên nivîsandin. Di ev jiyanên nuh de tîpolojiyen çawa derketin holê, jiyanek çawa derket holê, ew tîpolojiyanan wê çawa bi zimanê muzîkê bê dan. Ev tiştanan, de avakirina projeya me de jî gelek girîng bûn.
Nuha muzîkvanên metropolan li ser ev zimanên nuh mijûl dibin. Êdi tu dibînî ku muzikên formên rock, hip hop, rap bi Kurdî tê gotin. Mîna Rojîn, bi formên pop Kurdî dibêje. Ev jî stîl e. Formên nû bi Kurdî tên şîrove kirin. Ev formên nuh henin. Tu dinêrî muzîk nuh e, lê gotin kevn in. Dîsa behsa gunda, kulîlka û çiyaya dikin. Yan jî tenê behsa jiyana Kurda ya politîk dikin. Lê rengîniya Kurda ya li metropolan pir tune. Hinek formên rap yên rastî jî xweş hene bi Kurdî. Lê tu li formên rock, hip hop dinêrî, rîtmê wê bingehînên wê rojavayî ye, dîsa jî bi Kurdî diaxifin. Forma rap ev e ku tu bi hawayekî resîtatîf, yanî bi lezî gotinên xwe bê meqam dibêje. Ê ev forma di muzîka Kurdî jî heye –wek forma dengbêjiyê. Yanî em dikarin ji kevnoşopiyê tiştekî nuh derxînin, avabikin. Piranî, rîtmê rojavayî di bingehê heye... Em bi xwe bawerin ku bi rîtme rojhilata navîn, rîtmê Kurdî, yanî tiştekî wek sentezê, şîroveyek nû derxînin holê. Kêmasiyek wisa heye, ez bawerim.
Li gorî me famkir di stranên we derdekî we heye. Hûn ji xeynî mijarên tevayiyê, behsa çîrokên biçûk (minor history) dikin, behsa mirovên li metropolan jîyana xwe berdewam dikin… Ev tişt ji çi tê?
Çaxa em li muzîka Kurdî dinêrin tenê li ser jiyana sîyasî, qehremanî yan jî jiyana pastoral (çiyayî, gundî) mijûl dibin. Dewlet zatî dixwaze Kurd tenê behsa siyasetê, siyaseta bilind bikin. Kurdên me jî zehf problemên wan henin; problemên aborî, çandî, nasname hwd. Divê ku di jiyana me çi hebe hemû em li ser wan bisekinin. Ji bo wê jî çîrokên biçûk zehf girîngi. Mesela stranek Cem Karaca, Tamirci Çırağı heye. Behsa temîrciyekî dike. Ez ji we dipirsim; ev strana xurt e yan marşa 1 Mayıs xurt e? Temam strana 1 Mayıs jî stranek protest e, girîng e, lê kîjan him ji hêla politîk him jî hunerî teswîra jiyana mirovên karker baştir dide? Zimanê strana Cem Karaca germ e, ne dîdaktîk e. Em naxwazin bi zimanê dîdaktik bêjin. Yanî em dixwazin behsa jiyana ya li jêr, ya rastî, ya reel bikin. Mesela jiyana îşportacî, înşeatçî, zarokên ku di dibistanan di bin navê perwerdeyê tên asîmîle kirin....hwd
Di 2005’a de Sezen Aksu stranek bi navê Kardelen çêkir ji bo zarokên keçik ku narin dibistanê. Di ser de jî klîba Kardelenê li gundekî Mêrdin bi keçikan re kişand, albuma wê derxist û perên ji vê albumê û ji konseran hat giştikî ji keçika re kire burs ku ji bo bikaribin herin dibistanê. Di projeya Vedat Yıldırım de, we jî stranek bi navê Berfîn (Kardelen) got. Strana Berfîn bi kîjan armancê hate nivîsandin, tu dikare ji me re bêje?
Ev strana li ser asîmîlasyonkirina zaroka ye. Li ser zimanê wan, çanda wan e. Sezen Aksu strana bi navê Kardelen çêkir, kilamek baş bû. Lê kêmasiyek heye li gorî min. Sezen Aksu li welêt digere, zarokan top dike, ji dê û bavê van distîne. Ev zarokanan derin ku? Ji van zarokanan tê xwestin ku hemû jiyana xwe, zimanê xwe, fikr û ramanên xwe ji bîr bikin. Yanî Kurdbûna xwe ji bîr bike.
Em jî zanin ku dê û bav kurika dişînin mektebê û keçika naşînin. Lê vêya ne tenê problema Kurda ye, yanî problema Akdenizê jî, ya Egeyê jî ye. Çima dewlet werê li ser Kurdan disekine? Em vêya dibêjin; gerek keçik herin dibistanê bi zimanên xwe hînbibin. Kardelen navê çîçekê ye. Eger keç Tirk be bila bi navê Kardelenê vebe, na ku Kurd be gerek bi navê Berfînê vebe. Em li dijî asîmilasyonê disekinin. Yanî tu ji Sezen Aksu bipirsî, ez bawer nakim ku bibêje “Bila keçên Kurd dev ji zimanê xwe berdin û tenê bi Tirkî hînbibin”. Lê polîtîkayên dewleta Tirkîyê çawa ye, em baş dizanin.
Xuya ye ku kêmasiyek hebû di strana Kardelenê de. Min jî xwest, hema hebekî be jî vê kêmasiya hanê bi Berfîn tije bikim.
Ji bo pirtir agahiyê û programa konserên Vedat Yıldırım: http://www.bgst.org/muzik/pro.asp?id=8&bn=1
|